Li Amedê di encama qezaya trafîkê ya komyonetek li mînîbusa rêwîyan qelibî de gelek kes birîndar bûn.
Li gor agahîyên ku hatin wergirtin, kamyoneta ku N.A.A. diajot, li Kolana Elezîzê ya navçeya Yenîşehîrê ji paş ve li mînîbusa rêwîyan a ku V.C.Y. diajot qelibî.
Di qezayê de ajokar V.C.Y. û 9 rêwîyên di mînîbusê de birîndar bûn. Kesên birîndar piştê alîkarîya ewil rakirin nexweşxaneyên li bajêr. Derbarê qezayê de lêpirsîn hat destpêkirin.