Li Amedê mînîbusa rêwîyan qelibî û di encamê de 7 rêwî birîndar bûn.
Li Amedê mînîbusa rêwîyan qelibî û di encamê de 7 rêwî birîndar bûn.
Qeza danê nîvro li ser rêya Amed û Mêrdînê qewimî.
Li gor agahîyan mînîbusa rêwîyan a ku ji Amedê ber bi navçeya Bismilê ve diçû, di encama ku ajokar kontrola dîreksîyonê ji dest berda, ji rê derket û li rexê rê qelibî.
Di qezaya ku pêk hat de 7 kes birîndar bûn. Kesên birîndar bi 4 ambûlansan rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Selahaddîn Eyûbî ya Amedê û Nexweşxaneya Zanîngeha Dîcleyê.
Hat zanîn ku rewşa tenduristîyê ya birîndaran baş e. Polêsan derbarê qezayê de lêpirsîn da destpêkirin.