Gelek gumanbarên ku li Amedê dizî kirine, hatin binçavkirin. Ekîbên Midûrîyeta Emnîyetê ya Bajarê Amedê bi şopandina kamerayên ewlehîyê, nasnameyên gumanbaran tespîtkirin.
Gelek gumanbarên ku li Amedê dizî kirine, hatin binçavkirin. Ekîbên Midûrîyeta Emnîyetê ya Bajarê Amedê bi şopandina kamerayên ewlehîyê, nasnameyên gumanbaran tespîtkirin.
Di operasyona hemwext a bi navê 'Album' ya ku li navnîşanên dîyar ên gumanbaran hat lidarxistin de 25 kes hatin zeftkirin û binçavkirin. Gumanbarek bi deqa li ser milê wî hat naskirin.
Gumanbarê ku îdîa kir wî dizîyê nekirîye, piştê ku di dîmenan de deqa li ser milê wî xûya kir li xwe mikur hat û sûcê dizîyê qebûl kir. Gumanbaran piştê îfadeyên wan ên li Midûrîyeta polêsan, sewqê edlîyeyê kirin.