Ji bo maça Tirkiye-Îskoçyayê ya ku wê cara ewil li Amedê bê lîstin, xebat û amadehî dewam dikin.
Ji bo maça Tirkiye-Îskoçyayê ya ku wê cara ewil li Amedê bê lîstin, xebat û amadehî dewam dikin. Midûrê Werzîja Ciwanan a navçeya Kayapinarê ya ku stadyum lê ye Mehmet Veysî Koyun, diyar kir ku xebat ber bi dawiyê ve diçin û wiha got: "Li stadyumê 9 hezar û 500 kursiyên şikestî hebûn. Me ew tamîr kirin. Xebatên peyzajê yên derve jî me çêkirin. Sehaya me ya Amedê, îro amade ye ku tê de futbol bê lîstin."Koyun da zanîn ku ew ê di roja maçê de mazûvaniya hezar û 500 temaşevanên Îskoçyayî bikin û dîyar kir ku heta niha hezar û 100 alîgirên Îskoçyayê ji bo hatina Amedê muracatê wan kirin e.”