Li Yenîşehîrê çalakîya "Ji Bo Jîyaneke Tendurist Pêdalê Bigerîn e" hat lidarxistin.
Li Yenîşehîrê çalakîya "Ji Bo Jîyaneke Tendurist Pêdalê Bigerîn e" hat lidarxistin.
Şaredarîya Navçeya Yenîşehîrê ya Amedê, di çarçoveya '20-30ê Îlonê Hefteya Sporê ya Ewropayê' de ji bo jîyaneke tendurist bang li hemwelatîyan kir ku pedalê bigerîn e.
Çalakîya "Ji Bo Jîyaneke Tendurist Pêdalê Bigerîn e" ya ku li ser Rêya Kembera Kesk a li Taxa Fabrîqayê bi 150 werzişvanên Kluba Sporê ya Şaredarîya Yenîşehîrê û hemwelatîyan dest pê kir, li Parka 75ê a Taxa Mezopotamyayê bi dawî bû.
Qeymeqam û Wekîlê Şaredarê Yenîşehîrê Murat Beşîkcî di çalakîya tûra bisîkletan de axivî û got, "Em ciwanên xwe wekî siberoja xwe dibînin û dixwazin siberoja me bi tendurist be."