Ji ber mija ku li Amedê bi bandor e mesafeya dîtinê kêm bû, seferên balafiran hatin taloq kirin
Ji ber mija ku li Amedê bi bandor e mesafeya dîtinê kêm bû, seferên balafiran hatin taloq kirin.
Mija ku duh di saetên êvarê de dest pê kir, serê sibê bandora xwe zêde kir û bandoreke neyînî li seferên bejayî û hewayî yên li seranserê bajarê Amedê dike. Di hatinûçûna siwareyan de jî gelekî zehmetî çêbûn. Ji alîyê din ve germahîya hewayê serê sibê di bin sifrê de wek 4 pile hat pîvan û camên siwareyan qeşa girt. Ji ber astengî û neyînîyan rayedaran hişyarî dan ku divê hemwelatî baldar û miwqatebin.