Ji 66 kesên ku di çarçoveya lêpirsîna Serdozgerîya Komarê ya Diyarbekirê ya di derbarê pîrozbahiya Newrozê de hatîbûn binçavkirin 62 kes serbest hatin berdan û 4 kes jî bi sewqî dadgehê hatin girtin.
Ji 66 kesên ku di çarçoveya lêpirsîna Serdozgerîya Komarê ya Diyarbekirê ya di derbarê pîrozbahiya Newrozê de hatîbûn binçavkirin 62 kes serbest hatin berdan û 4 kes jî bi sewqî dadgehê hatin girtin. Di çarçoveya lêpirsînê de, ji 105 kesên ku di derbarê wan de biryara girtinê hat dayîn, 66 kes hatin binçavkirin. 7 kesên ku di nav wan de rojnameger jî hene, sewqî edlîyeyê hatin kirin. Di derbarê Înanc Mutlu, Faruk Azarkan, Recep Atan û Enver Guler de, ji alîyê Mehkemeya Cezaya Sulhê ve bi îdîaya "endamên rêxistina terorê ne" hatin girtin.