Li Amedê ji alîyê kes an kesên nenas ve li ser dîwarên Sûr û mekanên dîrokî nivîsên weke “brt.blt10” dinivîsin.
Li Amedê ji alîyê kes an kesên nenas ve li ser dîwarên Sûr û mekanên dîrokî nivîsên weke “brt.blt10” dinivîsin.
Li gor nûçeya Rojnameya Mucadele, hin kes an jî kesên nasnameya wan ne dîyar ve li çar alîyê dîwarên Sûr û gelek cîhên dîrokî nivîsên “brt.blt10” dinivîse.
Hemwelatîyekî bi navê Ferhat Erturk, li ser hesabê xwe yê medya civakî derbarê mijarê de wêne parve kir û nerazîbûn nîşanda. Erturk dibêje, “Ma li vê memleketê rayedarek tune ye ku kesên vê yekê dikin ceza bikin.”
Li ser parvekirina Erturk, parlamenter û mîmarê berê yê Amedê Mine Lok Beyaz û Midûrê Çand û Tûrîzmê yê bajarê Amedê Cemîl Alp jî bertek nîşan dan. Alp bersiva parvekirinê da û got, "Ez ê ji Midûrîyeta Herêmê ya Parastinê ya Restorasyonê re bişînim."