Hat dîyarkirin ku li Amed û bajarên herêmê ji saetên şevê pê va hewa wê dem bi dem pir ewrayî û bi baran be.
Li gor rapora rojane ya hewayê ya Navenda Pêşbînîkirin û Hişyarî ya Amedê ya Midûrîyeta Herêma 15emîn a Meteorolojîyê,
tê texmînkirin ku li Amed û Herêmê hewa wê ewrayî be û ji saetên şevê pê va di tevahîya hefteyê da baran bibare û şilope be.
Tê texmînkirin ku germahîya hewayê di ser normên demsalê ra be û dem bi dem ba jî bi hêz be.