Li Amedê, serwîsa girtîgehê û siwareyek li hev qelibîn û di encamê de 12 kes birîndar bûn.
Li Amedê, serwîsa girtîgehê û siwareyek li hev qelibîn û di encamê de 12 kes birîndar bûn.
Qezaya trafîkê şeva borî li ser xaçerêya Sîteya Pîşesazîya 4emîn ya navçeya Kayapinarê pêk hat. Mînîbusa Girtîgeha Tîpa D ya Amedê û siwareyek li hev qelibîn. Di encama qezayê de 12 kes birîndar bûn. Li ser ragihandinê tîmên tenduristîyê û polês sewqê cîhê bûyerê bûn. Birîndar ji bo dermankirinê sewqê nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîl hatin kirin Hat hînbûn ku rewşa tenduristîya birîndaran baş e. Derbarê qezayê de lêpirsîn hat destpêkirin.