Li Amedê di operasyona li dijî kesên ku dihatin lêgerandin de, 5 mehkûmên fîrar hatin girtin.
Li Amedê di operasyona li dijî kesên ku dihatin lêgerandin de, 5 mehkûmên fîrar hatin girtin. Li gor agahîyên ku hatine wergirtin, li navçeya Yenîşehîrê di 29ê Nîsanê de, li dijî kesên ku dihatin lêgerandin, operasyon hat lidarxistin. Di operasyonê de; 5 kesên fîrarî bi sûcê talankirin, dizî, sextekarîya belgeyên fermî û bazirganîya madeyên hişber, ji 3 salan heta 19 salan cezaya hepsê ya teqez hat girtin. Di operasyonê de, di serdegirtina malan de gelek demançe û fîşek hatin bidestxistin. Hate hînbûn ku kesên fîrar hatine girtin û sewqî girtîgehê hatin kirin.