Li navçeya Baglarê di encama şerê çekdarî yê di navbera du koman de kesek mir û 2 kes jî birîndar bûn.
Li gor agahîyên ku hatine bidestxistin di bûyera ku şeva borî li Taxa Fatîhê ya Navçeya Baglar a Amedê pêk hat de, nîqaşa ku ji ber sedemeke nedîyar di navbera du koman de derket, veguherî şerê bi çek.
Di şer de MK, BK û ÛK birîndar bûn. Li ser agahdarkirinê ekîbên tenduristîyê û polêsan sewqê herêmê kirin. Birîndaran bi ambûlansê rakirin Nexweşxaneya Selahaddîn Eyyûbî ya Dewletê.
Ji birîndaran MK tevê hemû midaxaleyan jîyana xwe ji dest da. Derbarê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin.