Hat destnîşankirin ku di meha Hezîranê de li Amedê firotina xanîyan kêm bûye. Sazîya Îstatîstîkê ya Tirkîyeyê (TUÎK) îstatîstîkên firotina xanîyan a meha Hezîranê eşkere kir.
Hat destnîşankirin ku di meha Hezîranê de li Amedê firotina xanîyan kêm bûye. Sazîya Îstatîstîkê ya Tirkîyeyê (TUÎK) îstatîstîkên firotina xanîyan a meha Hezîranê eşkere kir.
Li gor daneyên TUÎK'ê li tevahîya Tirkîyeyê firotina xanîyan di meha Hezîranê de li gor heman meha par ji sedî 44,4 kêm bû û bû 83 hezar û 636.
Li gor daneyên TUÎK'ê, li Amedê di meha Gulanê de hezar û 590 xanî, di meha Hezîranê de jî hezar û 435 xanî hatin firotin.