Di teqîna ku li Navçeya Rezan a Amedê di malekê de pêk hat de, 4 kes birîndar bûn.
Di teqîna ku li Navçeya Rezan a Amedê di malekê de pêk hat de, 4 kes birîndar bûn. Li gor agahîyên ku hatine wergirtin; li Taxa Kaynartepe ya Navçeya Rezanê, di maleke li Kolana 214’an de, ji ber sedemeke ku nehat zanîn, teqînek pêk hat. Di teqînê de, ji malbateke 5 kesî ku hat hînbûn welatîyên Sûrîyeyê ne, 4 kes birîndar bûn. Piştê midaxeleyên ewil ên ekîbên tenduristîyê yên li cihê bûyerê, birîndar rakirin nexweşxaneyê.