Li Amedê bikaranîn û bazirganîya tiryakê her ku diçe zêde dibe, îro jî di lêgerîna wesayîtekê de zêdeyê 200 kîlo tiryak hat bidestxistin.
Li Amedê bikaranîn û bazirganîya tiryakê her ku diçe zêde dibe, îro jî di lêgerîna wesayîtekê de zêdeyê 200 kîlo tiryak hat bidestxistin.
Di encama îstixbaratê de ekîbên Midûrîyeta Emnîyetê ya Amedê li ser rêya Amed-Mêrdînê mînîbusek dan sekinandin. Di lêgerîna li mînîbusê de 257 kîlo û 100 gram madeya skunk hat bidestxistin.
Gumanbarên bi navê A.Ç. û Ş.A. bi hinceta ku bazirganîya tiryakê dikin û sewqîyata wan dikin hatin binçavkirin.
Ji alîyê din ve bang û hewldanên sazîyên sivîl û welatîyên Amedê yên ji bo rawestandina bazirganîya û bikaranîna tiryakê ya li bajêr, berdewam dikin.