Di êrîşa çekdarî ya ku li Amedê pêk hat de, 2 kes mirin, 3 kes jî birîndar bûn û gumanbarek hat girtin.
Di êrîşa çekdarî ya ku li Amedê pêk hat de, 2 kes mirin, 3 kes jî birîndar bûn û gumanbarek hat girtin. Di 3'ê Gulanê de, li navçeya Rezanê li dijî siwareyê ku malbatek tê de bû, êrîşek pêk hat. Di êrîşê de dê û keça wê jiyana xwe ji dest dan, bav, xwişkek û birayek jî birîndar bûn. 7 gumanbarên ku duh di çarçoveya lêpirsînê de hatibûn binçavkirin, piştê karên wan ên li cendirmeyê temam bûn sewqî edlîyeyê hatin kirin. Ji gumanbaran kesek hat girtin, 6 gumanbar jî bi şertê kontrola edlî hatin berdan.