MidûrÎyeta Polêsan a Amedê daneyên operasyonên ku di du mehên dawî de li dijî kesên tiryakê çêdikin an bazirganîyê dikin, parve kir.
MidûrÎyeta Polêsan a Amedê daneyên operasyonên ku di du mehên dawî de li dijî kesên tiryakê çêdikin an bazirganîyê dikin, parve kir.
Li gorê daxuyanîyê, ji 984 gumanbarên ku di navbera 8’ê Hezîranê û 8’ê Tebaxê de li seranserê Amedê di operasyonên dijî tiryakfiroşan de hatibûn binçavkirin, ji wan 225 kes hatin girtin. Di operasyonan da 720 kîlo esrar û berhemên wê, 5 hezar û 491 kenevîr, 185 gram eroîn, 9 kîlo 921 gram metamfetamîn, 233 tiryakên sentetîk û 181 hebên ekstazîyê hatin bidestxistin. Ji alîyê din ve hat ragihandin ku li gor heman heyama sala 2021’ê hejmara gumanbarên ku hatine girtin ji sedî 90 zêde bûye û hejmara gumanbarên hatine desteserkirin jî ji sedî 126 zêde bûye.