Li Amedê dîmenên ku dayîkek dema ku ji çopê xwarin derdixe û dide zarokê xwe bû rojev.
Her ku roj bi roj hejmara kesên ku bermayîyên ku ji alîyê bazarvanan davêjin berhev dikin zêde dibe, konteynerên çopê jî êdî bûne navnîşanên kesên ku li xwarin digerin.
Di dîmenên ku welatîyekî li Kayapinarê bi kameraya telefona xwe kişandîye de tê dîtin ku dayîkek xwarinên ku ji çopê derxistîye dide zarokê xwe.
Piştê ku dîmen li ser medyaya civakî bû sedema nerazîbûnê, hin welatîyan hewl dan ku alîkarîyê bigihînin malbatê, hin jî îdîa kirin ku ev dîmen ne rast e.