LI AMEDÊ DANASÎNA FERHENGA KURDÎ Û TIRKÎ
Komeleya Lêkolînên Kurdî, Komeleya Lêkolînên Ziman û Çanda Mezopotamyayê, Enstîtuya Kurdî ya Amedê ji bo danasîna ferhenga Kurdî-Tirkî ya ku ji aliyê zimanzan Zana Farqînî ve hatiye amadekirin bernameyeke hevpar li dar xistin.

Di çarçoveya bernameyê de Hevserokê MED-DER'ê Rifat Ronî axivî û diyar kir ku fîlozof û zimanzan Ehmedê Xanê ji bo zarokên Kurd bi zimanê xwe binivîsin û bixwînin bingeha Ferhenga Kurdî danî û diyar kir ku neviyên Xanê bi awayekî berfereh amade kirine. Hevseroka Komeleya Lêkolînên Kurdî Remziye Alparslan jî got, “Ev ferheng ji bo pêşkêşkirina zimanê me ji nifşên beriya me re gelekî girîng e.”