LI AMEDÊ DÊRA DÎROKÎ YA ERMENÎYAN DÎSA VEDIBE
Dêra Ermenîyan a Surp Giragos a ku di "Bûyerên Sûrê" yên li navçeya Sûra Amedê de xisareke mezin dît, piştê 7 salan ji bo îbadetê vedibe.
Dêra Ermenîyan a Surp Giragos a ku di "Bûyerên Sûrê" yên li navçeya Sûra Amedê de xisareke mezin dît, piştê 7 salan ji bo îbadetê vedibe. Tê bendêkirin ku Wezîrê Çandê Mehmet Nûrî Ersoy û gelek rayedar beşdarî ayînê bibin. Li alîyê din, hat ragihandin ku wê di 8'ê Gulanê de li Dêra Ermenîyan a Surp Giragos ayîneke mezin bê lidarxistin.