Li navçeya Kayapinara Amedê ciwanekî bi tivingê gule li hevalê xwe reşand.
Li navçeya Kayapinara Amedê ciwanekî bi tivingê gule li hevalê xwe reşand.
Kesê bi giranî birîndar bûbû, li nexweşxaneyê jîyana xwe ji dest da. Şeva borî li nêzî Stada Bajêr a Amedê, M.E yê 16 salî, hevalê xwe yê 19 salî H.B bi tivingê giran birîndar kiribû.
H.B yê ku giran birîndar bûbû ji bo dermankirinê rakiribûn Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîl, digel hemû mudaxeleyan jîyana xwe ji dest da.
Piştê bûyerê ji alîyê ekîbên Buroya Cinayetê, gumanbar M.E. hat bin çavkirin. Derbarê bûyerê de lêkolîn û lêpirsîn berdewam e.