Hat îdiakirin ku "burokratên îthalat" ên ku ji bajarên din anîne Şaredarîya Bajarê Mezin a Amedê, li mêvanxaneya ku ji bo nexweş û xizmên wan ya ku şaredarîyê avakirîye, bêpere dimînin.
Hat îdiakirin ku "burokratên îthalat" ên ku ji bajarên din anîne Şaredarîya Bajarê Mezin a Amedê, li mêvanxaneya ku ji bo nexweş û xizmên wan ya ku şaredarîyê avakirîye, bêpere dimînin.
Li gor nûçeyeke di Amîda Nûçe de cîh digre, hat îdiakirin ku 8 burokratên îthalatê ku 4 ji wan serokên daîreyê bûn; Serokê berê yê Daîreya Çandê Alî Çelîk, Serokê Daîreya Çavkanîyên Mirovî Alî Yucel, Serokê Daîreya Biryaran Aslan Demîrkan, Serokê Daîreya DÎSKÎyê Abdulgafûr Leven û Alîkarê Sekreterê Giştî Bulent Cîvelek, Midûrê Şaxê Mistafa Çalişkan û Yûnûs Kayişoglû, li mêvanxaneya ku ji alîyê Şaredarîya Bajarê Mezin ve di sala 2017an de ji bo nexweş û xizmên wan hatibûn çêkirin, bê heq dayîn û bê pere 2 salan lê man e. Burokratên ku di serdema Walîyê berê yê Amedê û qeyûmê Şaredarîya Bajarê Mezin Mûnîr Karaloğlu de hatibûn Amedê, nêzî 2 sal in li mêvanxaneya şaredarîyê dimînin. Gelê Amedê ji ber ku demeke dirêj mudûr, serokên daîreyan û brokratên îthal li mêvanxaneyê dimînin bertek nîşan dan ku daxwaz kirin ku divê bila tenê ji nexweş û xizmên nexweşan re bê tehsîs kirin.