Li Amedê bijîşkek ji alîyê xizmên nexweşekî ve rastê lêdan û gefa bi çek hat.
Li Amedê bijîşkek ji alîyê xizmên nexweşekî ve rastê lêdan û gefa bi çek hat. Li gor agahîyên ku hatine wergirtin; hat îdîakirin ku Dr. A.F. ê ku di Nexweşxaneya Zanîngeha Dîcleyê de dixebite, ji alîyê xizmên nexweşê zarokê ve hatîye lêdan. Hat dîyarkirin ku yek ji xizmên nexweşê ku tundî bikar anîye, bi çek gef li Dr. A.F.’yê kirîye. Di gengeşeya pevçûnê de çek ji deste êrîşkar ket û çek ji alîyê xebatkarên tenduristîyê ve hat bidestxisitin. Hat dîyarkirin ku di derbarê bûyerê de lêpirsîn hatîye destpêkirin.