LI AMEDÊ BIHAYÊN ÇÛNÛHATINA GIŞTÎ YÊN BAJÊR HAT ZÊDEKIRIN
Li ser daxwaza ku ji alîyê Odeya Ajokarên Amedê ve ji Serokatîya Daîreya Çûnûhatinê ya Şaredarîya Bajarê Mezin a Amedê (UKOME) re hat dayîn, di çûnûhatina giştî ya bajêr de, zem pêk hat.
Li ser daxwaza ku ji alîyê Odeya Ajokarên Amedê ve ji Serokatîya Daîreya Çûnûhatinê ya Şaredarîya Bajarê Mezin a Amedê (UKOME) re hat dayîn, di çûnûhatina giştî ya bajêr de, zem pêk hat. Bi zêdebûna ji îro pê ve; di otobûsên bajêr de, di mînîbûsan de û di otobûsên giştî yên taybet de, li ser bihayê biletan di navbera 1 û 2 TL de zem hat çêkirin. Tarîfeya abonetîya xwendekar a mehane jî wek 120 TL hat dîyarkirin. Di texsîyan de bihayê vekirina taksîmetre ji 6 TL bû 9 TL, her serê KM ji 4,5 TL bû 7 TL û mesafeya kurt ji 15 TL bû 23 TL.