Li Amedê di çarçoveya têkoşîna li dijî koçberên qaçax de, di 6 mehên destpêkê yên salê de 250 koçberên qaçax hatin girtin, 23 organîzator jî hatin girtin.
Li Amedê di çarçoveya têkoşîna li dijî koçberên qaçax de, di 6 mehên destpêkê yên salê de 250 koçberên qaçax hatin girtin, 23 organîzator jî hatin girtin.
Ekîbên Midûrîyeta Şaxa Têkoşîna Dijî Qaçaxçîtîyê û Derîyê Sînor a Midûrîyeta Polîsan a Bajêr, bi taybetî li ser rêya Elezîz, Riha û Farqînê 250 koçberên qaçax ên ji welatên cuda hatibûn, girtin. Koçberên qaçax ên hatin girtin radestê Navenda Rakirina Îdareya Koçê ya bajêr hatin kirin. Ekîbên ku li dijî organîzatorên qaçaxçîtîyê operasyon li dar xistin, li navenda Amedê li navnîşanên cuda de 23 kes girtin. Gumanbarên ku hatibûn binçavkirin, piştê îfadeya xwe dan ji alîyê dadgehê ve hatin girtin.