LI AMEDÊ BERNAMEYA ÇAVDÊRÎYA ESMANÎ YA NAVNETEWEYÎ BÊ ÇÊKIRIN
Wezîrê Pîşesazî û Teknolojîyê Mustafa Varank, di derbarê Bernameya Çavdêrîya Esmanî ya ku wê di navbera 9-12ê Hezîranê de, li Keleha Zerzewan a Amedê bê lidarxistin de, nirxandinan kir.
Wezîrê Pîşesazî û Teknolojîyê Mustafa Varank, di derbarê Bernameya Çavdêrîya Esmanî ya ku wê di navbera 9-12ê Hezîranê de, li Keleha Zerzewan a Amedê bê lidarxistin de, nirxandinan kir. Varank wiha got, "Berê me bernameya ku ciwanan bi malbatên xwe re 3 şevan li stêrk, hîv û gerstêrkan temaşe dikir, tenê li Antalyayê pêk anîbû. Îsal jî em ê li bajarên cuda Amed, Wan û Erziromê li dar bixin."