LI AMEDÊ BERÎ CEJNÊ KONTROLA MADEYA TEQÎNÊ
Ekîbên girêdayî Şaredarîya Bajarê Mezin a Amedê ji bo pêşî li firotina madeyên teqemenîyê yên wekî; çirûsk, fîşek û torpîl ku dibin sedema birîndarîyê û teqereqê, berîya Cejna Remezanê kontrol kirin.
Ekîbên girêdayî Şaredarîya Bajarê Mezin a Amedê ji bo pêşî li firotina madeyên teqemenîyê yên wekî; çirûsk, fîşek û torpîl ku dibin sedema birîndarîyê û teqereqê, berîya Cejna Remezanê kontrol kirin. Di kontrolan de hat ragihandin ku firotina madeyên teqemenîyê ji xwedîyên kargehan re qedexe ye. Ekîbên ku hişyarî didan ji bo madeyên teqemenîyê neyê firotin, wê kontrolên xwe bidomînin.