Li Taxa Huzurevlerî avahîya ku zirareke mezin dîtîye, xetere û talûkeya wê berdewam e.
Li Taxa Huzurevlerî avahîya ku zirareke mezin dîtîye, xetere û talûkeya wê berdewam e.
Avahîya bi navê Dogan a li Kolana 86'an a Navçeya Kayapinar a Amedê, piştê erdheja 6'ê Sibatê digel ku xisareke mezin dîtîye û ewqas dem derbas bûye jî, dest bi hilweşandina wê ya bi kontrol nehatîye kirin.
Şênîyên taxê dîyar kirin ku avahî li ser rêya esnaf, welatîyan û bi taybet zarokan e û metirsîyê çêdike. Şênîyên taxê ji rayedaran xwestin ku gavek berê gavekê dest bi xebatên hilweşandinê ya bi kontrol bikin.