Agirê ku li Amedê di fabrîqeya veguherîna lastîkan de derketibû hat tefandin.
Agirê ku li Amedê di fabrîqeya veguherîna lastîkan de derketibû hat tefandin.
Li gor agahîyên ku hatine wergirtin demjimêr derdora 04.00ê destê sibehê de li ser rêya Amed-Elezîzê di kargeheke veguherîna lastîkan de şewat derket. Li ser agahdarkirinê tîmên agirtef, tenduristîyê û hêzên ewlehîyê sewqê cihê bûyerê bûn. Şewat piştê xebata 7 demjimêran hat kontrolkirin. Li kargehê xebatên sarkirinê hatin kirin. Ji bo tespîtkirina sedema şewatê lêkolîn berdewam dikin.