Li Odeya Pîşesazî û Bazirganîyê ya Amedê (DTSO) panela "Aborîya Tirkîyeyê û Derfetên Karsazîyê" hat lidarxistin.
Li Odeya Pîşesazî û Bazirganîyê ya Amedê (DTSO) panela "Aborîya Tirkîyeyê û Derfetên Karsazîyê" hat lidarxistin.
DTSOyê, Serokê Şopandina Aborîyê û Koordînasyona Serokatîya Serokkomarîyê Hakan Yurdakul kir mêvan. Endamên Meclisa DTSO, Lijneya Rêveber, Meclisa Jinan, Şêwira Bilind û Meclisa Karsazîyê beşdarê pêşkêşîya Yurdakul a bi mijara "Aborîya Tirkîyeyê û Derfetên Karsazîyê" bûn. Yurdakul di axaftina xwe ya li salona konferansê ya DTSO de, li ser guherîn û veguhertinên li cîhanê û Tirkîyeyê, geşedana bazirganîya derve û karsazîya derve agahî da û dîyar kir ku ji bo zêdekirina hem bazirganîya derve û hem jî potansîyela hilberînê, divê gel rola xwe ya hêsankar baş bilîze..