Di operasyona bi navê ‘Mercek’ ya ku Amedê jî di nav de li 76 bajaran hat kirin de 1800 şikbar hatin girtin.
Di operasyona bi navê ‘Mercek’ ya ku Amedê jî di nav de li 76 bajaran hat kirin de 1800 şikbar hatin girtin.
Wezîrê Karên Navxweyî Alî Yerlîkaya ku li ser hesabê xwe yê medyaya civakî daxuyanî da ji bo operasyonê wisan parvekir; "Di operasyonên 'Mercek' ên ku di 4 rojên dawîn de li 76 bajaran li dijî kesên çek û qaçaxçiyên çekan ên bê ruxset hilgirtine; 1212 tivingên bê ruxset, 167 tivingên bêdestûr, 44 tivingên lûle dirêj, 225 tivingên nêçîrê yên bê ruxset hatin bidestxistin. Di opersyonê de 1858 kesên bi guman hatin binçavkirin.”