Li konbajarê Amedê ku 900 mexdûrên erdhejê lê dijîn, 52 kes jehrî bûn.
Hat îdiakirin ku li Navenda Bicihbûna Demkî ya Peyasê ya li navçeya Peyas a Amedê ji bo mexdûrên erdhejê hatîye avakirin û 900 kes lê dijîn, 52 kes ji ber xwarinê jehrî bûne. 52 kes bi ambûlansan rakirin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîlê û hatin tedawîkirin.