Amed jî di navde li 42 bajaran wê 462 erd ji alîyê TOKÎ ve bi derdora 15,86 milyar lîreyê bên firotin.
Li Amedê gelek erdên ku di statuya xazîneyê de ye wê ji alîyê TOKÎ'yê ve bên firotin.
TOKÎ ya girêdayê Wezareta Hawîrdor, Bajarvanî û Guhertina Avhewayê wê li 42 bajaran 462 erd di mezadê de bifiroşe.
Li gor daxuyanîya TOKÎyê, bi mezadên ku wê di navbera 1-2yê mijdarê da bê kirin, avahîyên wek xanî, bazirganî, pîşesazî, tûrîzm, tesîsên tenduristîyê yên taybet û erdên bê plansaz bi pereyên pêşin yan jî bi ji sedî 35ê paşerojê û 48 meh teqsîtan tên kirîn.
Li 42 bajaran ku Amed jî di nav de ye, 462 erd bi qasê 3 milyon û 883 hezar û 551 çarmetir bi bihayê 15 milyar û 861 milyon û 229 hezar û 931 lîreyê wê bi rêya mezadê bên firotin.