Çar parêzerên di çarçoveya lêpirsîna Serdozgerîya Komarê ya Amedê de hatibûn binçavkirin û girtin, hatin berdan.
Çar parêzerên di çarçoveya lêpirsîna Serdozgerîya Komarê ya Amedê de hatibûn binçavkirin û girtin, hatin berdan.
Serdozgerîya Komarê ya Amedê di çarçoveya îfadeyên şahidê eşkere Umît Akbîyik de lêpirsîn dabû destpêkirin û rojnameger û hiqnas jî di nav de derheqê 216 kesan de biryara girtinê dabû.
Ji kesên di 25’ê nîsanê de hatin binçavkirin 52 jê hatibûn girtin. Ji parêzerên hatibûn girtin Burhan Arta, Ozum Vûrgûn, Serhat Hezer û Şerzan Yelboga di lêkolîna girtina mehane de bi şertê kontrola edlî serbest hatin berdan.