Li Amedê 30 ton zibila sexte hat bidestxistin.
Li Amedê 30 ton zibila sexte hat bidestxistin. Di derbarê mijarê de ji alîye Şaredarîya Rezanê ve daxuyanîyê hat dayîn û wiha hat gotin; Li herêma Qerejdaxê 30 ton zibila sexte ya ku ji bo çandinîyê dihat bikaranîn, li taxekê hat bidestxistin. Hat hînbûn ku zibil kalîteya berhemê kêm dike û dibe sedema nexweşîyên curbecur jî. Zibila sexte ya ku hatibû desteserkirin, hat şewitandin û îmhakirin. Hate dîyarkirin ku wê di derbarê kesên ku di bûyera zibila sexte de cih girtine de, ji alîyê meqamên edlî ve xebatên hiqûqî bên destpêkirin.