Li Amedê 20 koçberên neqanûnî hatin dersînorkirin.
Li Amedê 20 koçberên neqanûnî hatin dersînorkirin. Fermandarîya Cendermeyan a Parêzgeha Amedê, Fermandarîya Cendirmeyan a Navçeya Kocakoyê û Sûrê, di çarçoveya têkoşîna li dijî qaçaxçîya koçberan de, li ser rêyên talî kontrola rê kirin. Di kontrolan de hat tesbîtkirin ku 18 ji Efganîstane û 2 ji Pakîstane, bi tevahî 20 koçberên neqanûnî bi qaçaxî derbasî welêt bûne. Hat ragihandin ku 20 koçber hatin dersînorkirin. Li alîyê din gumanbarê bi navê Y.Y.’yê ku hat tespîtkirin organîzatorîyê qeçaxçîtîyê kirîye, cezayê îdarî lê hate birrîn û ji alîyê meqamên edlî ve hate girtin.