Li Amedê di encama kontrolên ku hatin kirin de 153 gerok hatin girtin. Her wiha di seran serê sala 2022an de bi tevahî 3 hezar û 675 gerok û parsek hatin girtin.
Li Amedê di encama kontrolên ku hatin kirin de 153 gerok hatin girtin.
Her wiha di seran serê sala 2022an de bi tevahî 3 hezar û 675 gerok û parsek hatin girtin. Serokatîya Zabitayên Şaredarîya Amedê, li dijî kesên ku hestên olî û derûnîya mirovan îstîsmar dike, dest bi xebatê kirin. Di kontrolên ku di 11 rojên ewil ên sala 2023yan da hatin kirin da 153 parsek hatin girtin û hezar û 796 lîreyên ku li ser wan hatin bidestxistin hatin qefaltin û 18 parsek jî bi cezayê pereyan hatin cezakirin. Kesên ku hemwelatîyên wan ên bîyanî ne li Midûrîyeta Îdareya Koçê ya bajêr û yên ku temenê wan biçûk in jî li Midûrîyeta Xizmetên Civakî ya bajêr hatin ragihandin.