Li 28 bajaran di serdegirtina malan de zêdetirê 150 kes hatin binçavkirin.
Li 28 bajarên wekê Stenbol, Amed, Edene û Dîlokê danê sibê di serdegirtina malan de Dayîkên Aştîyê, endamên Meclîsa Ciwanan a Partîya Gelan a Wekhevî û Demokrasîyê (DEM Partî) û gelek parêzvanên mafên jinan jî di nav de 165 kes hatin binçavkirin.
Li Amedê di serdegirtina malan de 3 kesên bi navê Mehmet Oruçlu, Ferhat Çîçek û Umut Oktay hatin binçavkirin.