Aaron Bushnell ê 25 salî ku leşkerê çalak ê hêzên hewayî yên Amrîkayê ye, ji bo protestokirina şerê Gazeyê li ber Sefaretxaneya Îsraîlê ya li Washingtonê xwe şewitand. Protestoya Bushnell ku gotina wî ya dawî "Ji Filistînê re Azadî" bû û dîmenên dema xwe şewitand, li ser medyaya civakî belav bûn. Di dîmenê de Bushnell ku kamûflaj li xwe kirîye, xwe weke leşkerekî çalak ê hêzên hewayî yên Amrîkayê dide nasîn û dibêje, “Êdî ez beşdarê qirkirinê nabim”.