Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov dîyar kir ku bi provokasyona Rojava re pîvanên hiqûqî yên gerdûnî û prensîbên Neteweyên Yekbûyî (NY) hatine binpêkirin û got, "Bi zanebûn rastî û mezinahîya trajedîya li Gazeyê tê biçûkkirin.
Lavrov di Civîna Wezîrên Karên Derve ya G20'an de ku li Rîo de Janeîroya Brezîlyayê pêk hat de axivî û got, "xeta enerjî û xwarinê tên astengkirin.
Ev yek birçîbûn, xizanî û newekhevîyê geş dike. Ji bilî vê, mezinahîya trajedîya li Gazeyê bi zanebûn kêm tê dîtin.
Hejmara sivîlên li vir hatin kuştin, di nav de zarok û jin jî heye, ji hejmara kuştîyên her du alîyan ên li Donbasê di 10 salên piştê derbeya li Kîevê de, zêdetir e.