DİĞER

KURDAN ÊDÎ ÇÎROKÊN NÛ YÊN KUŞTINÊN KIRYAR NEDÎYAR NAXWAZIN

Xizmên Windayan û Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Amedê, di çalakîya hefteya 766emîn a “Bila winda bên dîtin û kiryar bên darizandin" de, aqûbeta Mehmet Salih Akdenîz ê ku 30 sal berê di binçavan de bi zorê hat windakirin pirsîn.

KURDAN ÊDÎ ÇÎROKÊN NÛ YÊN KUŞTINÊN KIRYAR NEDÎYAR NAXWAZIN

Xizmên Windayan û Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Amedê, di çalakîya hefteya 766emîn a “Bila winda bên dîtin û kiryar bên darizandin" de, aqûbeta Mehmet Salih Akdenîz ê ku 30 sal berê di binçavan de bi zorê hat windakirin pirsîn.

Xizmên windayan, Parlamenterê CHP'ê yê Amedê Sezgîn Tanrikûlû, nûnerên partîyên sîyasî û rêxistinên sivîl û parêzvanên mafan beşdarê çalakîyê bûn.

Di çalakîyê de wêneyên kesên di binçavan de bi zorê hatin windakirin û di encama êrîşeke nediyar de hatin qetilkirin, hatin hilgirtin. Serokê Şaxa ÎHD'ê ya Amedê Ercan Yilmaz di çalakîyê de axivî û got, “Yên aştîyê dixwazin, bandorên neyînî yên şer û pevçûnan li ser jîyana me ya civakî nîqaş dikin.

Dixwazin bandora şer û pevçûnan bi dawî bibe. Weke parêzvanên mafên mirovan, îro li vir, yên ku herî zêde ji xizmên windayan û ji pevçûnên li Tirkîyeyê û şerên li Rojhilata Navîn diqewimin, herî zêde mexdûr dibînin. Wêneyên ku em îro li vir dibînin û çîrokên ku em her hefte parve dikin, di rastîyê de encama têkçûna Tirkîyeyê ya aştîya civakî ye. Divê êdî dawî li van bê anîn û bi paşerojê re rû bi rû bimîne.

Civaka Tirk, Kurd, êdî çîrokên nû yên li ser kuştinên kiryar nedîyar naxwazin. Dixwaze hewaya aştîyê ya li Tirkîyeyê hatîye avakirin li tevahîya erdnîgarîya Rojhilata Navîn serwer be.

Em careke din daxwaz dikin ku hemû alîgirên aştîyê li dijî şerxwazîyê bên cem hev û daxwaza xwe ya aştîyê bi dengekî bilind bînin ziman." Parlamenterê CHP'ê yê Amedê Sezgîn Tanrikûlû jî wiha axivî; “Ez ji Amedê bang li hemû Tirkîyeyê dikim; Tenê nirxê ku em ê biparêzin divê aştîya li dijî şer be û divê em aştîyê ava bikin.

"Divê em barê vê trawmayê ji ser mirovan sivik bikin û vê trawmayê ji nifşên pêşerojê re nehêlin." Endamê Şaxa ÎHD'ê ya Amedê Firat Akdenîz çîroka windabûna mamê xwe Mehmet Salîh Akdenîz parve kir.

Firat Akdenîz, dîyar kir ku di 9'ê Cotmeha 1993'an de apê wî Mehmet Salîh Akdenîz ê ji gundê Kanikanê ya Navçeya Pasûrê ya Amedê û 10 gundîyên ji gundê Kepîrê hatin binçavkirin û wiha berdewamkir, "Li gor şahidan roja din 11 kesên hatin binçavkirin bi helîkopterê ji wir birin. Piştê wê dîrokê tu kes, Akdenîz û gundîyên din ne dît û ne jî bihîst.

Tevê ku malbatan serî li hemû sazîyên fermî dane jî agahî ji kesên hatine binçavkirin qet nehat girtin.” Çalakîya Xizmên Windayan a vê hefteyê bi çalakîya yek deqe rûniştinê ya ji bo bîranîna kesên hatine windakirin û di bin çavan de hatin qetilkirin, bi dawî bû.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.