Remzîye Tûysûz a ku ji Amedê ye û li Îzmîrê ji alîyê hevjînê xwe ve hatibû xeniqandin, korneaya çavên wê hat bexşandin.
Remzîye Tûysûz a ku ji Amedê ye û li Îzmîrê ji alîyê hevjînê xwe ve hatibû xeniqandin, korneaya çavên wê hat bexşandin.
Remzîye Tûysûz ji bo dîtina 2 zarokên xwe ji Konyayê çûbû Îzmîrê û ji alîyê hevserê xwe yê berê Yalçin P. ve hat xeniqandin. Piştê bûyerê cenazeyê Remzîye Tûysûz di nav betanîyekê de pêçabûyî hat dîtin. Yalçin P. û 4 endamên malbata wî ji alîyê ekîbên polîsan ve hatin binçavkirin, Yalçin P. di îfadeya xwe ya ewil de li xwe mikur hat ku cînayetê bi xwe kirîye. Cenazeyê Tûysûz piştê otopsîyê ji alîyê malbata Tûysûz ve hat wergirtin. Piştê bûyerê korneayên Tûysûz hatine bexşandin, Cenazeyê Remzîye Tûysûz li navçeya Çermik a Amedê hat definkirin.