Konserta Îlkay Akkaya ku wê li Şaredarîya Ceyhanê hatiba li dar xistin, ji alîyê qeymeqamtîyê ve hate qedexekirin.
Konserta Îlkay Akkaya ku wê li Şaredarîya Ceyhanê hatiba li dar xistin, ji alîyê qeymeqamtîyê ve hate qedexekirin.
Konserta Îlkay Akkaya ku di çarçoveya 30'ê Tebaxê de li Şaredarîya Ceyhanê wê hatiba li dar xistin, ji alîyê qeymeqamtîyê ve hate qedexekirin. Derbarê qedexekirina konsertê ku ji alîyê qeymaqamtîyê ve hate kirin, Serokatîya Şaredarîya Ceyhanê nivîsek weşand û di nivîsê de wiha got: “Bernameya Konserta Îlkay Akkaya ku wê di 30’ê tebaxê de hatiba li dar xistin bi sedema ewlehîya giştî, nizama dewletê, emnîyet û asayîşê ji alîyê Qeymaqamtîya Ceyhanê ve hate qedexekirin. Em ji bo betal kirina konsertê ji hunermend Îlkay Akkaya û ji welatîyên Ceyhanê lêborînê dixwazin.”