Tora Dijî Tundîyê ya Amedê, li ser qetlîamên jinan ên li herêmê, li Qada Derîyêçîya daxuyanî da.
Tora Dijî Tundîyê ya Amedê, li ser qetlîamên jinan ên li herêmê, li Qada Derîyêçîya daxuyanî da. Gelek nûnerên sazîyên jinan beşdarê daxuyanîyê bûn. Endama Rêveberîya Komeleya Jinan a Rosa Parêzer Berfîn Polat, daxuyanîyê da. Di daxuyanîyê de bal hat kişandin ser wê yekê ku hikûmet bi awayekî eşkere jinan dike hedef. Polat, dîyarkir ku jinên ku li hember zilmê mêran neçar dimînin, mafên xwe yên parastinê bikartînin lê cezayên giran dixwin. Polat, destnîşan kir ku zilamên ku tundî kirine, bi hin rêzikên qanûnî hatin berdan. Polat, dîyarkir ku dewlet bi polîtîkaya xwe ya bêcezakirinê re hevparê kuştinên tundîyê ne. Polat, peyama "Em ji ber van hemû polîtîkayan bi hêrs in û em ê bi teqez têkoşîna xwe mezintir bikin." da. Daxuyanî, bi sloganan bi dawî bû.