Koma Lêkolîna Enflasyonê (ENAG) ku ji aliyê akademîsyen û aborînasan ve serbixwe hatiye avakirin, daneyên enflasyonê yên meha Cotmehê eşkere kir.
Koma Lêkolîna Enflasyonê (ENAG) ku ji aliyê akademîsyen û aborînasan ve serbixwe hatiye avakirin, daneyên enflasyonê yên meha Cotmehê eşkere kir. Li gorî daneyên Koma Lêkolîna Enflasyonê ENAG'ê, Endeksa Bihayê Serfkaran di meha cotmehê de mehane ji sedî 7,18 zêde bû. Li gorî salekê ji sedî 185,34 zêde bû. Koma Lêkolîna Enflasyonê ragihand ku ji serê salê û vir ve enflasyon ji sedî 115,82 zêde bûye.