Hevseroka Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Parêzer Eren Keskîn ragihand ku piştî teqînê hê jî gefan dixwin.
Hevseroka Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Parêzer Eren Keskîn ragihand ku ew û parêzer Jîyan Tosûn ên ku ji aliyê endamê Partiya Zaferê Adem Taşkaya ve bi îdiaya "kiryarê êrîşê" ya taksîmê bûne hedef, piştî teqînê hê jî gefan dixwin. Keskîn got, "Nimreyên telefona min û yê Jîyanê li komên lîstikê yên zarokan tên belavkirin. Bi zarokên biçûk tehdîtan didin kirin. Xwelî li serê wan be." Keskîn di nivîsa xwe de hesabê Twitterê yê fermî yê Wezareta Dadê jî etîket kir.