KESK AMED: HETA KU ÎXRAC BI DAWÎ NEBIN WÊ TÊKOŞÎNA ME BIDOME
Platforma Şaxên Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemawerîyê (KESK) ya Amedê, derbarê betalkirina Biryarnameya di Hukmê Qanûnê de (KHK) û betalkirina xala demkî ya 35’emîn a ku li Biryarnameya bi Hejmara 375’an ku destûr dide ji kar derxistina sazîyên cemawerîyê, daxuyanî da.
Platforma Şaxên Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemawerîyê (KESK) ya Amedê, derbarê betalkirina Biryarnameya di Hukmê Qanûnê de (KHK) û betalkirina xala demkî ya 35’emîn a ku li Biryarnameya bi Hejmara 375’an ku destûr dide ji kar derxistina sazîyên cemawerîyê, daxuyanî da. Endamê Lijneya Rêveberiya BES'ê ya Şaxa Amedê Suleyman Ogut daxuyanî xwend û wiha got: “Komîsyona Rewşa Awarte ku mekanîzmayeke îdarî ya li dijî qanûn û peymanên navneteweyî ye, bêbandor e, nayê kontrolkirin, xwe di ser destûr û qanûnê re dibîne û weke organeke hikûmetê dixebite, divê demildest bê rakirin. Divê dosyayên hemû hevalên me yên ku ji ber hincetên ne hiqûqî hatine sûcdar kirin, ji kar hatine dûrxistin û derbarê wan de biryara dawî ya darazê tune ye, bê ceza bên girtin hemû hevalên me yên heta niha hatine îxrackirin demildest divê li karên xwe bên vegerandin û bighêjin mafên xwe. Em ê têkoşîna xwe bidomînin ku heta kedkarên cemawerîyê yên îxrackirî yên dawî vegerin kare xwe.”