Platformên Şaxên KESK'ê yên Amedê, di hefteya 58'an de çalakîya xwe ya hefteyê li Parka Hazalê ya ji bo radestkirina hevalên wan ên bi biryarnameyên qanûnî bi awayekî derqanûnî hatin îxrackirin, bal kişand ser “têkoşîna sendîkaya civakxwaz a demokratîk.”

Serokê Şaxa Sendîkaya Kedkarên Cemawerîyê ya Enerjî, Pîşesazî û Madenê (ESM) Sefer Tugrul, li Parka Hazalê daxuyanî xwend û dîyar kir ku bi biryarnameyên qanûnî yên di çarçoveya Rewşa Awarte ya ku piştê hewldana derbeya 15ê Tîrmehê dest pê kiribû de bi hezaran karker hatin îxrackirin û wiha got, "Weke em her carê bi dengekî bilind diqîrin, em ji vir careke din diqîrin û dibêjin, heta hevalê me yê dawî venegere ser karê xwe û ev zilm bi dawî nebe, em ê têkoşîna xwe bidomînin."