Gelek kesên ku li Mûşê ji ber berf û bagerê asê mabûn hatin xilaskirin.
Gelek kesên ku li Mûşê ji ber berf û bagerê asê mabûn hatin xilaskirin.
Li herêma Şenyayla ya li 40emîn kîlometreya rêya Mûş-Pasûrê ji ber şert û mercên nebaş ên hewayê nêzê 60 kes bi 18 siwareyan asê man.
Li ser agahdarkirinê ekîbên Serokatîya Şaxa 113emîn a Rê yên Mûşê û ekîbên AFADê sewqê herêmê hatin kirin. Welatîyên ku bi qasê 5 saetan di rê de asê mabûn ji alîyê ekîban ve hatin xilaskirin.
Rêya Mûş-Pasûrê ji ber berf, bagerê li trafîkê hat girtin.