KESÊN DI PROTESTOYANDE HATIBÛN BINÇAV KIRIN SERBEST HATIN BERDAN
Kesên ku di protestoya ji bo kuştina Nagihan Akarsel de hatibûn binçav kirin, serbest hatin berdan.
Nagihan Akarsel çalakvana jinan û endama desteya Nivîskarên kovara Jîneoloj û endama Akademîya Jîneolojîyê bû. Roja Sêşemê 4ê Cotmeha 2022an li herêma Kurdistanê li taxa Bextiyarî ya Silêmanîyê hatibû kuştin. Ji bo kuştina Nagihan Akarselê protesto bikin li Amedê xwepêşandan hatibû li darxistin û 6 kesên di vê xwepêşandanê de hatibûn binçavkirin do di derengîya şevê de serbest hatin berdan.